Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Pirsa Quds'ê Dibe Bibe Sedema Qûtkirina Têkiliyên Tirkiyê Û Îsraîlê


Bajarê Quds'ê
Bajarê Quds'ê

Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan, roja Sêşemê got, ji sedema pirsa Quds'ê dibe rewş bigihîje wê astê ku, Tikiye têkiliyên xwe yên dîplomasî bi temamî ligel Îsraîlê qût bike, eger hat Amerîka bi şêweke fermî bajarê Quds'ê weke paytexta Îsraîlê nas kir.

Erdogan di axiftina xwe de got, pirsa ku, Quds bibe paytexta Îsraîlê jibo misilmanan "Hêla Sore".

Li aliyek din roja Sêşemê Komkara Erebî bang li Amerîka dike da ku, bajarê Quds'ê weke paytexta Îsraîlê nas neke, eger ku tiştekî weha bibe, ev dê bibe "helwestek neyarane li dij Netewa Ereb".

Roja Sêşemê Komkara Erebî, civînek ne asayî li Qahîre pêkanî, piştî civînê daxûyaniyek hat weşandin û di daxûyaniyê de hatîye ku, her naskirinek bi Quds'ê weke paytexta Îsrailê, yan avakirina û veguhastina şandeyên dîplomasî bo Quds'ê, ev dê bibe helwestek zelal ya neyartiya Netewa Ereb û zûrdarîya ser mafên gelê Filistînê û hemû Mislman û Kirîstiyanan, herwiha zêdegaviyek metirsîdar liser maf û yasaya navnetewî.

Civata Komkara Erebî, dîsan bang li Amerîka û hemû welatan dike dakû pêgiriyê bi biryarên Netewên Yekgirtî û Civata Ewlekariyê bikin yên girêdayî rewşa Quds'ê.

XS
SM
MD
LG