Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Veguhastina Paytexa Îsraîlê Bo Qudsê Dê Bibe Malwêranî


Quds
Quds

Bekir Bozdag cêgirê Serokwezîrê Tirkiyê roja Duşemê got, eger ku Amerîka veguhastina paytexta Îsrailê bo Qudsê bi şêweke fermî nas bike, ev dê bibe malwêraniyek û dê bibe sedema derketina pevçûnên nû li Rojhilata Navîn.

Bozdag ku, di heman demê de, berdevkê hikûmeta Tirkiyê ye, piştî civîna civata wezîran gote rojnamevanan, rewşa Qudsê di Peymanên Navnetewî de hatiye destnîşankirin, parastina wê gelek giringe bo aştiya li herêmê.

Bozdag herwiha got "rewşa Qudsê û pîroziya wê di peymanên navnetewî de hatîye zelal kirin, giringe li gûr wan peymanan rewşa Qudsê bihê parastin, jibo xatirê çavdêrîya aştiya li herêmê". Herwiha wî got "eger ku, pêngavên zêde bihên avêtin ev dê bibe malwêraniya herî mezin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, derbarê pirsa Qudsê Erdogan roja Şemiyê telefona serokê desthilata Felstînê Mahmûd Abas kir bû, herdu liser rewşa Qudsê û paşeroja wê axift bûn.

Komkara Erebî bang li welatên endam kiriye ku, sibê Sêşemê derbarê pirsa Qudsê di civîneke awarte de bicivin.

Serokê Komakara Erebî Ahmed Abu-Xayit got, dema ku, Amerîka veguhastina paytexta Îsraîlê bo Qudsê nas bike ev dê tundî û şîdetek mezin bi xwe re bîne.

XS
SM
MD
LG