Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Quebec'ê da Du Kes Kuştî Û 5 Kes Birîndar In


Arşîv: Polîs li Quebec- Kanada

Herî kêm 2 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne piştî êrîşa kêrkirinê li herêma Parliament Hill pêkhatî li bajarê Quebec yê Kanada.

Şeva Şemiyê direng polîsê Quebec ragihand ku kesekî yê ku cilên serdema navîn di berda bûn êrîş pêk anîye û wan serê sibeya Yekşemê ew kesê bergoman yê tawan encam dayî desteser kirîye.

Polîs dide zanîn ku li gor lêpirsînên destpêkê diyar dibe ku êrîş meselek şexsî bûye berî ku her tiştek din be.

Di twîtekê da polîsê Quebec dide zanîn ku rewş li jêr kontrolê daye, lê bang li rûniştvanên herêmê kirîye ku di malên xwe da bimînin jiber ku hêjî lêpirsîn dom dike.

Destpkê polîsan ragihand bû ku ew li kesekî digerin, cilên serdema navîn li xwe kirine û çekekê tûj di gel wî daye û "gelek qurabnî li paş xwe hiştine".

Tora CBC ya nûçeyan li gor peyvdarê polîsê Quebec Etienne Doyon ragihandîye ku di êrîşê da 2 kes hatine kuştin û 5 kesên din jî gihandine nexweşxanê.

XS
SM
MD
LG