Di êrîşekê çekdarî de, li mizgefteke bajarê Quebec ya Kanada 6 kes hatin hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Êrîş di mizgefta li Navenda Çanda Îslamî ya Quebec de qewimî. Şahidên êrîşê dibêjin dema wan nimêja eşa dikiriye, 3 kes bi çekan êrîş kiriye.
Reuters'ê ragihand ku polîsên Kanada du gumanbarên êrîşê desteser kirine, lê li ser wan ti hûrgilî nedane.
Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau dîyar kir ku ew êrîşeke terorî ye û karê tirsonekan e.
''Misilmanên Kanadayî, parçeyeke girîng ya vî welatî ne. Cîhê êrîşên wiha yên bêwate di nav civak, bajar û welatê me de tune'' Trudean got.
Hêjayî bîrxistinê ye di Hezîrana 2016'an de serê berazekî bi nivîsa ''Noşîcan be!'' li pêş Navenda Çanda Îslamî ya Quebec hatibû danîn.