Rêberê Katalon Carles Puigdemont pêşnîyar kir ku endamê parlamanê Quim Torra bibe berbijarê seroktîya hikûmeta Katalonya.
Torra, hem parêzer, hem jî rojnamevan e û bizavkarekî aktîf yê serxwebûnxwaz e. Li gor malpera parlamana Katalonî, wî jimareke pirtûkên ser dîroka Katalonya nivîsîne.
Li ber e, qanûndanerên Katalonî heta 22’ê Gulanê rêberekî hilbijerin ku hikûmeteke nû ava bike da ku hilbijartinên nû neyên kirin.
Jimareke namzetên cudaxwaz ku hatibûn pêşnîyar kirin, bi sedema ku ew yan li dervayê welêt in, yan jî li zindanê ne, ji alîyê dadgehan ve hatibûn asteng kirin.
Serokwezîrê Îspanî Mariano Rajoy, piştî referanduma serxwebûnê, hikûmeta Katalonî hilweşandibû û biryara hilbijartinên nû dabû, lê partîyên cudaxwaz dîsa piranîya nav parlemanê bi dest xistibû.