Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qumandarê Amerîkî: Xirabkar li Îranê Hatîne Fêr Kirin da hêrişa Bikin Ser Hêzêt Amerîkî li Îraqê


Qumandarê leşkerê Amerîkî li Îraqê dibêjit destûdarê parastinê hatiye tûnd kirin li bingehêt Amerîkî jiber ku xirabkarêt ser bi Îranê bi awayekê taybet li Îranê hatîne hîn [ fêr kirin da hêrişa bi kene ser hêzêt Amerîkî li Îraqê.

Ceneral Ray Odierno roja Sêşembî got, gefe heye ku hêriş liser hêzêt Amerîkê bêne kirin ji layê komela Şî’e Ketayib Hizbulla, ku karbidestêt Amerîkî dibêjin ji layê Supahê Pasdaran ya Îranê ve hatbûne hîn u fêr kirin û alîkariyêt diravî wergirt bûn.

Ceneral Odierno gote peyamnêran li Bexda ku eve bizaveka dî ya Îranê u aliyêt diye da egerê bikene ser rola Amerîkî li Îraqê.

Wî got bo bersiv dana wê gefê, parastin hatiye tûnd kirin li dorûberêt bingehêt Amerîkî li Îraqê û got leşkerê Amerîkî kiryarêt hevpişik digel hêzêt parastina Îraqê zêde kirîne.

Nizîkî 74,000 leşkerê Amerîkî yê li Îraqê û biryar e ku ev jimare li destpêka heyva neh kêm bibit û bibe 50,000. Biryar e ku hemî hêzêt Amerîkî heta dûmahiya sala 2011 ji Îraqê derkevin.

XS
SM
MD
LG