Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberiya Xweser 19 Jin Û Zarokan Radestî Şanda Albanîya Dike


Merasîmîn radest kirina 19 jin û zarokên Albanî yên tevlî DAIŞê bûbûn li Sûriyê
Merasîmîn radest kirina 19 jin û zarokên Albanî yên tevlî DAIŞê bûbûn li Sûriyê

Roja Şemiyê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19 jin û zarok yên malbatên Daiş ê ku hemwelatîyên Albanî bûn radestî şandeke wî welatî Kir in.

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser di pirsekonferansekê de û bi protokoleke fermî 5 jin û 14 zarok radestî şandeya Albanî kirin.

Şandeya Albanîya ji Balyozê Komara Albaniya li Sûriyê, Libnan û Urdunê Mark Gharib û Tîmeke ewlehiyê ji Rêvebiriya Nivîsgeha Dijî Terorê ya Ewlehiya Navxweyî ya Albanî pêk dihat.

Şande ji aliyê Hevserokê desteyaTêkiliyên Derve Dr. Ebdulkerîm Omer û hejmarek berpirsan ve hat pêşwazî kirin.

Herdû alî li Qamişloyê li avahîya têkilîyên derve civîneke girtî encamdan. Piştî civînê preskonfiranesek pêkhat.

Di pirsekonferansê de Dr. Ebdulkerîm Omer got ku ew amadene ku hevkariyê bikin û zarok û jinên ku sûcên şer nekirine radestî walatên wan bikin.

Ji hêla xwe ve Balyozê Komara Albaniya Mark Gharib diyar kir ku dê netenê di mijara wergirtina jin û zarokan de têkilyê bi rêveberiya xweser re bikin.

Birêz Mark Gharib tekez kir ku dê li ser hemî astên dîplomasî piştgiryê bidin bakur û rojhilatê Sûriyê, wî got ''Hikûmeta Albanî dê derfetê nede ku zarokên wê li dervayî welat bimînin. Em ê bixebitin heya ku zarokê herî dawî vegerîn in ji bo jiyaneke birûmet û normal bijî, ku wî jiyana xwe ne hilbijart û nexwest were vê derê an bizanibe ku here cîhekî ku ew nikare bi tena serê xwe here. Me xwest ku em bi we re hevkarî û danûstendinê bikin da ku em hewildanên we binirxînin û spas bikin.

We barekî giran, ne tenê ji bo zarokên Albaniya, lê her weha ji bo zarokên hemî welatên ku beşdarî vê rêxistina terorîst bûn we bar rakir, ku ji bo wan tu kes bar nake, her wiha hemû civakên navneteweyî wê tawanbar dike''.

Hêjaye gotinêye ku ev cara diwemîne, albanîyayê hemwelatîyên xwe ji herêmên rêvebriîya xweser werdigre.

Di 25ê meha 10an 2020 de Desteya têkilyên Derve li bajarê Qamişlo jinek û 4 zarokên Albanî Radestî Albaniya kirbûn.

Li gorî Balyozê Komara Albaniya derdora 20 zarok û jin hêjî li Sûriyê mane.

Rapoeta Qamîşlo 01 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG