Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brian Hook: Dibe ku Îranê Pirtir ji 1,000 Xwepêşander Kuştibin


Nûnerê Taybet yê Amerîka jibo Îranê Brian Hook îro got ku hêzên Îranî ji destpêbûna xwepêşandanên nerazîbûnê vir ve, dibe ku pirtir ji 1,000 hemwelatî kuştibin.

“Bi hezaran Îranî jî ji hêla hêzên dewletê ve hatine birîndar kirin û bi kêmî ve 7,000 kesên din jî hatine desteser kirin,” Hook li Washingtonê got.

Protestoyên li Îranê di 15’ê Mijdarê de jiber buhabûnê nirxê benzînê destpê kiribûn û li seranser welêt belav bûbûn.

Lêxweşbûna Navnetewî, Amnesty roja Duşemê ragihandibû ku wê kuştina herî kêm 208 xwepêşanderan belge kirine, lê hikûmeta ew hejmar bi tundî red kiribû.

XS
SM
MD
LG