Serokê Bulgaristanê Rumen Radev îro Duşemê ragihand ku jiber avanebûna hikûmeta koalîsyonê ewê 27’ê Cotmehê hilbijartinên pêşdem yên parlamanê li dar bixin.
Bi hilbijartinên 27’ê Cotmehê Bulgarya di sê salan de wê cara heftan here ser sindoqan.
Radev got ku hikûmeta demkî ya bi rêberîya Dimitar Glavchev wê jibo rêvebirina heta hilbijartinan sibê Sêşemê li parlamanê sond bixwe.
Piştî ku Glavchev jibo rêvebirina hikûmeya demkî Radev pêşkeş kir, dîyar kir ku ewê sibê Sêşemê biryarnameya ser hilbijartinên pêşdem biweşîne.
Bulgaristan, ku endama Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO ye, sala 2020’an piştî protestoyên dijî perxwarinê koalîsyona bi pêşengîya GERB ya li rast û navendê hilweşand, bi wan hikûmetan re rûbirû maye ku diguherin.
GERB, ku niha li parlamanê partîya herî mezin e, PP ya reformîst û ITN ya bi koma biçûk piştî hilbijartinên 8’ê Hezîranê ser çêkirina koalîsyonê bi ser neketin.
Koalîsyona bi GERB û PP meha Adarê hilweşî ku wê jî rê liber dengdana meha Hezîranê vekir.
Her du partî jî bi giştî alîgirên YE û bazarê ne lê bi girjî û hevrikîyên takekesî dijî hevdu disekinin.
Jibo diravên YE bi awayekî çêtir derbazî Bulgarya bibin pêdivîya wê bi hikûmeteke bi îstiqrar heye, lê pirsgirêkên sîyasî rê li ber Bulgaristanê girtîye ku beşdarîya herêma Schengênê bike.
Jêder: Reuters