Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Gefa Astengkirina Weşana Radyoya Azadî ya Amerîkî Dike


Radyoya Ewrupaya Azad/Radyoya Azadî (Radio Free Europe/Radio Liberty) ragihand ku Moskowê gefa li wê kiriye ku beşa zimanê Rûsî wek “sixurê bîyanî bi nav bike.

Radyoya Ewrupaya Azad da zanîn ku ew gav wek bersîvdana giwaştinên Amerîkî yên ser televîzyoneke Rûsî ya bi piştgira Kremlînê hate avêtin.

Karbidestên Rûsî Washington tawanbar kiribû ku bê sedemên rêwa xebata kanala RT li Amerîka asteng dike. Hin karbidestên Amerîkî ew kanal tawanbar dikin ku tev li sîyaseta navxweyî ya Amerîka dibe, lê RT van îdayan red dike.

Berdevka wezareta derve ya Rûsî Maria Zakharova roja Yekşûmê gotibû Moskowê dikare giwaştinên heman rengî li ser rojnamevan û medya Amerîkî yên li Rûsya deyne. Wê zelal nekiribû ku kîjan medya Amerîkî dê bibe armanca wan giwaştinan.

Bernameya Current Time ragihand ku wê hişyarîyek ji Wezareta Dadê ya Rûsî wergirtiye ku programên wê dikarin bêne asteng kirin.

Current Time ku ji alîyê RFE/RL ve hevkarîya Dengê Amerîka (VOA) tê çêkirin, bo temaşevanên li nav Rûsya û li welatên Ewrupaya Navendî û Ewrupaya Rojhilat dest bi weşanê kiribû.

Dîrektora kanalê, Daisy Sindelar ragihand ku du bernameyên din yên bi zimanê Rûsî, Radyo Azadî û Idel. Realias jî nameyên hişyarî yên heman awayî wergirtine.

Sindelar bi daxuyanêyeke nivîskî da zanîn ku ew rêxistineke rojnamgerî ne û ew bi hêvî ne ku bikaribin karê xwe bidomînin.

“Di destê me te agahîyên konkrît li ser gavên dijî RT li Amerîka tunene û ku em bawer nakin ku hember me jî gavên tolhilder bêne avêtin”, Sindelar got.

XS
SM
MD
LG