Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Radyo Alef ya Mesîhîyan Destûra Weşana Çar Zimanî Wergirt


Ender Peker
Ender Peker

Li Enqerê Radyoya Şema demeke dirêj e ku bi zimanê Tirkî ser Mesîhîyan weşana xwe didomîne.

Di bin sîya Radyoya Şema de, du sal berê li Mêrdînê jî bi navê Radyo Alef, radyoyeke din hate damezirandin.

Radyoya Alef bi çar zimanan Kurdî, Tirkî, Erebî û Suryanî weşana bernameyên taybet diweşîne û herwiha bi Îngilizî jî stranan pêşkêş dike.

Rêvebirê Radyoya Alef û Keşeyê Dêra Protestan Ender Peker ji Dengê Amerîka re got ku armanca wan ne tenê guhdarkirina stranan e.

“Armanca me ew e ku di kijan zimanî de em weşan dikin, di wî zimanî de jî bikaribin bernameyên taybet çêkin. Lê, ji bo aqaftinan pêwîstî bi destûrê hebû. Me jî hem serî li meclîsê û hem jî li RTUK’ê da û salek berê ev destûr derket.”

Têkilîyên Radyoya Alef gelek berfireh e. Li Enqerê ligel Radyoya Şema, li Hewlêrê ligel Radyoya Hayat û li Kerkukê jî li gel hin radyoyan pêwendîyên wan hene.

“Em Mesîhî ne, em Protestan in. Radyoya me ya li Enqerê ji alîyê birayên me yên protestan ve tê birêvebirin. Dîsa, têkilîyê me li Erbîlê bi Radyo Heyat re heye. Em carna civînên hevpar jî çêdikin û alîkarî didin hevdu,” Peker got.

XS
SM
MD
LG