Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reîsî Dibêje Jahrkirina Xwendkarên Keç Karê Dijminan E


Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Înê got ku jahrkirina bi sedan xwendkarên keç karê dijminên Îranê ye.

"Ev projeyeke ewlehî ya dijmin e ku dixwze di nava dêûbav û xwendekaran de tirs û bêaramî pêk bîne," Reîsî îro ji girseyekê li başûrê Îranê got,

Êrîşên jahrîn, ku li 30 xwendingehên li herî kêm çar bajaran tên dîtin, di Mijdara 2022'an de li bajarê pîroz yê Şîayan, li Qumê destpê kiribûn.

Piştî wan êrîşan, hin dêûbav zarokên xwe ji xwendingehan kişandine û hin alîyên sîyasî jî komên olî ku dijî perwerdeya qîzan in, ew êrîş li dar xistibin.

Hevdem, karbidestekî payebilind yê Îranî jî ji Reutersê re got ku li nêzî xwendingeke li Tehranê tankereke şewitê hate dîtin û ku tankerên heman rengî li du bajarên din jî xwanê bûbûn.

Heman karbidest got ku îhtîmal e ku ew tanker di jahrkirinan de hatibin xebitandin.

XS
SM
MD
LG