Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Pakistan bo Gaza Banga Agirbestê Dikin


Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Duşemê serdana Pakistan ya cîran kir.

Serdana Reîsî li vê demê rast tê ku Îran û Îsraîlê êrîşên rastexwe birine ser hevdu û ser gurbûna girjîya li Rojhilata Navîn fikar çêkirine.

Reîsî li Îslamabad ya paytext bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re kom bû û şandeyan her du alîyan ser pêşxistina peywendîyan lihevkirin îmza kirin.

Şerîf di preskonferansa hevbeş de pesna ‘’helwesta bi biryar’’ ya Tehranê ya li hember Îsraîlê da ku li gor wî hêzên Îsraîlî ‘’êrîşên hovane’’ dibin ser Filîstînîyan.

Reîsî jî dîyar kir ku ew jibo gel û hikûmeta Pakistanê rêzdar in ku jiber ‘’zilm, komkujîya li Gaza û kuştina zarokên wir’’ acizîne.

Şerîf jibo bidawîkirina şerê li Gaza bang li dewletên Misilman kir ku bi rêkên platformên navneteweyî bi hev re bixebitin.

Wî biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 25’ê Adarê ya jibo agirbesta demûdest ya li Gaza bi bîr xist û got ku îro ro ew biryar tê binpê kirin û cîhan li hember binpêkirina biryarê bê deng dimîne.

Pakistan di nav wan dewletan de ye ku Îsraîlê nas nake û ser dewleta Filîstînîyan jî ti peywendîya wê ya rastexwe bi dewleta Cihûyan re tuneye.

Îranê di rojên borî de bi pirtir ji 300 dron û muşekan bi awayekî rastexwe êrîş biribûn ser Îsraîlê.

Tehranê dîyar kir ku êrîşa wê ser êrîşa gumanbar ya Îsarîlê ya li avahîyeke wê ya dîplomatîk ya li Sûrîyê bersîv e ku di encama wê de 2 ji wan general 7 leşker hatin kuştin.

Îsraîlê piştî Hamas ya bi piştgirîya Îranê 7’ê Cotmehê êrîş bir ser başûrê wê û 1200 kes kuştûn û bi qasî 250 kes dîl girtin, dijî wê rêxistinê dest bi operasyona berfireh kir.

Karbidestên saxlemîyê yên li Gaza dibêjin ku di êrîşên Îsraîlê de 34,000 kes hatine kuştin ku ji sê paran du parên wan jin û zarok in.

Îsraîl dîyar dike ku di nav kuştîyan de bi hezaran çekdarên Hamasê hene.

Serokê Îranê Reîsî dîyar kir ku wan bi Pakistanê re li hev kiriye ku ew ser xurtkirina bazirganîyê û têkoşîna dijî terorîzm û hişbiran hevkarîyê bikin.

Reîsî got ku ew asta niha ya peywendîyên aborî û bazirganî yên Îran û Pakistanê qebûl nakin û dîyar kir ku di qonaxa pêşîn de ewê hewil bidin ku bazirganîyê salane rakin 10 mîlyar dolar.

Bazirganîya dualî ya Îran û Pakistanê niha dora 2 mîlyar dolar e. Her du dewletan berê jî soza xurtkirina bazirganîya dualî dabûn, lê ti guherîn çênebûbû.

Şerîf û Reîsî behsa gaza Îranê nekirin ku ji mêj ve projeya wê ya jibo Pakistanê tê betal kirin.

Îran û Pakistanê sala 2009’an ser xeta gazê peyman îmza kiribûn ku Tehran dibêje wê xeta 1000 kîlometreyî ya li alîyê xwe qedandiye, lê li alîyê Pakistanê jiber tirsên ji toleyên Amerîka ti xebat destpê nekir.

Sînorê Îran û Pakistanê 900 kîlometre ye û peywendîyên wan yên salên borî bi girjî bûn.

Her du dewlet hevdu bi hewandina çekdarên qaçax û destûrdana jibo êrîşên terorî yên li derveyî sînorên wan tawanbar dikin.

Serê salê hêzên ewlekarîyê yên Îranê dîyar kiribûn ku li Belucistan ya li rojavayê başûrê Pakistanê çekarên dijî Îranê xwe vedişêrin û muşek avêtibûn wir.

Îslamabadê, Îran jiber binpêkirina yekîtîya axa Pakistanê şermezar kir û wek bersîv êrîş bir ser mîlîtanên dijî Pakistanê yên li Îranê.

Jiber wan êrîşên her du dewletên Misilman fikara gurbûna girjîyê çêbû.

Lê ji wê demê vir ve pareka mezin ya girjîyê daket û serdana Reîsî wek beşeke dîplomatîk ya başkirina peywendîyan tê dîtin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG