Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rajoy: ETA Gotinên Pûç Dike


Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy, ser daxuyanîya ETA ya xwe feshkirinê bertek nîşan da.

Rajoy dîyar kir ku ETA propagandayê dike û daxuyanîya wê ‘’gotinên pûç’’ in.

‘’Hêza demokrasîya Îspanya kir ku rêxistin vê biryarê bide, tekane rastî ew e’’ Rajoy got.

Rajoy da zanîn ku endamên rêxistinê wê bi her awayî cezayê bistînin û dîyar kir ku biryara ETA’yê ne ti minet e.

ETA, li bakurê Îspanya û li başûrê rojavayê Fransa ji 40 sal zêdetir bo azadîya herêma Bask şer kir û do bi daxuyanîyekê da zanîn ku xwe fesh kiriye.

XS
SM
MD
LG