Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de 2 Zarok li Ramadî ya Îraqê Hatin Kuştin


Karbidestên Îraqî radigihînin ku di peqîna bombeyekê de 2 zarok li herêma Bouitha ya bajarê Ramadî ya Îraqê hatine kuştin.

Heta niha ti kes ew peqîn ranekiriye ser xwe, lê guman heye ku DAIŞ ew kiryar pêk anîbe.

Li deverên rojavayê Anbarê, tevî êrîşên esmanî yên hikûmeta Îraqî û koalîsyona navnetewî, hîn ji hebûneke xurt ya DAIŞê heye û rêxistina tundrê gelek caran êrîşên terorîstî pêk tîne.

Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê ragihand ku di meha Adarê de, 1115 kes di tundî û tûjî de hatine kuştin ku hejmara karbidestên ewlekarî yên kuştî ne di nav de ye.

XS
SM
MD
LG