Hunermend û sazvan Raman Osman, bi tembûra xwe bersiva xwe li her deverkê dide. Ji Hesekê ta Kalîforniya li Amerîka, tembûra wî hevala wî ye.
Raman ku li maleke hunerhez û welatperwer mezin bû, ji zaroktiya xwe hogirî tembûrê bû, ji temenê 10 salî ve dest bi evîna xwe bi tembûrê re kir.
ji ber astengiyên jiyanê , berê xwe da xwendina beşê sporê li pêmangeha mamosteyan li Hesekê, lê berî ku ew bidawî bike ew û bi dehan ji şagirtên kurd hatin avêtin ji xwendiyê ji ber sedemên siyasî.
Di salên 1990ê de beşdarî komên folklorî yên kurdî bû, û di berê wê de xwendia zimanê ingilîzî kir li Şamê.
Raman karî bû bi tembûra xwe beşdarî gelek şahî, çalakî û şevên mûzêkê bibe, li seranserî Sûriyê.
Nuha ew li Kalîforniya bi cî bûye û hino hino fêrî jiyana nû dibe, lê herdem tembûra wî hevalbenda wî ye.
Di demên dawî de, Raman beşdarî çend konsertan bû, ji bo dana alîkariyê ji qurbaniyên erdheja Kurmanşahê.
Di bin bîr baweriyên xwe de, ku mûzîk tiştekî girînge di jiyanê de, ew hemû hêza xwe dide tembûra xwe, ku di riya wê de bersiva giyanê xwe bide.