Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mele Zekî: Zilma Ku Ser Kurdan Tê Kirin Dijî Îslam E


Mizgefta Behram Paşa li Amedê

Nîva meha Ramazanê berbi dawîyê ve diçe. Zanayên Îslamî vê mehê wek meheke pîroz dibînin û radigîhîn ku ev meh wekhevîya mirovan nîşan dide.

Mele Zekî Korkmaz jî yek ji van aliman e ku dibêje Ramazan hem wekhevî û hem jî cîhkirina dadmendî ye.

Mele Zekî Korkmaz
Mele Zekî Korkmaz

“Di nav 12 mehan de meha Ramazanê girîngîyeke taybet dihewîne. Berî her tiştî rojî mirova diceribîne. Navbera têr û birçîyan, xizan û dewlemendan, bindest û serdestan radike û wan dike yek. Lî mixabîn dewletên desthilat yên nîjadperest van mafana binpê dikin.”

Mele Zekî çar dewletên ku xwe Îslam dihesibînin; Tirkîye, Sûrîye, Îraq û Îranê di warê binpêkina mafê Kurdan dijî ola Îslm nîşan dide û vê yekê jî wiha dîyar dike:

“Qurana pîroz berî her tiştî ne jibo qewmeke û ne jî jibo nîjadeke hatiye. Ew hîç qewmeke ji qewmê din bilintir an jî nizimtir nabîne. Lê ev çar dewletana di warê bi binpêkirina mafên Kurdan xwe ji ola Îslamê jî dûr dixînin.”

Mele Zekî jibo Kurdan jî hin pêşnîyaran radigîhîne. Li gorî Mele Zekî heke Kurd nebin yek dê wê nikaribin beranberî van zordaran serfîrazbin.

“Kî çi dibe bila bibe mafê wan tune ku ser Kurdan zilm bikin. Hê jî hin melê me di vî warî de hişyar nebûne. Pêdivî ye ku em Kurd, kî dibin bila bibin xwazî misliman, xwazî olperes, xwazî ateîs, an jî di bawerîyeke din de bin pêwîst dike ku dijî ser zilma Kurdan derkevin. Heke em nebin yek wê gavê jî emê nikaribin serkevin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:53 0:00

XS
SM
MD
LG