Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bang li hikûmeta Sûrî û serhildayan dike ku di seranser meha Ramazanê de ku îro Sêşemê destpê dike, şerê xwe rawestînin.
Birêz Ban dibêje, armanca wî ne agirbesteke nivîskî ye, lê wergirtina sozê ye. Wî got, bila her kesê ku çek radike, wek xelatek ji gelê Sûrî re, di meha Ramazanê de dawî li tundûtûjîyê bîne.
Rêzdar Ban herwiha got, biryareke wiha dikare hêvîya aştîyeke mayînde xurt bike. Wî dubare kir ku çareserîyeke sîyasî rêya herî baş e, jibo qedandina şerê navxweyî ku pirtir ji du salan vir ve didome.
Heta niha pirtir ji 100.000 kes di şerê berdewam de hatin kuştin, dora 6 mîlyon kesên din jî derbider bûn û li welatên cîran bûne penaber.