Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Xelêatê 10 Mîlyon Dolarî bo Agahiyên Ser Hakerên 'Blackcat' Terxan Dike


Avahiy; Wezareta Derve ya Amer'ka
Avahiy; Wezareta Derve ya Amer'ka

Wezareta Derve ya Amerîka ji bo agahîyên derbarê hakerên bernameya fîdyeyê ya bi navê "Blackcat" tê naskirin, roja Çarşemê ragihand ku ew xelatekî heta 10 mîloyn dolarî terxan dikin.

Wezaretê di daxuyaniya xelatê de got:

"Grûpa fîdiyexwaz ya Blackcat ku bi (ALPHV Blackcat) jî tê naskirin ketiyea nava tora sektora komputerên binesaziya zindî li Amerîka û seranserî cîhanê".

Hefteya borî UnitedHealthcare ragihand bû ku wê dest bi cihanîn û xizmeta pizîşkî ya bi buhayê zêdetirî 14 mîlyar dolarî kirîye, piştî ku şiyan xizmeta xwe vegerînin ya rastî êrîşeke elektronî ya berfireh hatî ku ji dawiya meha Sibatê hatbû destpêkirin.

Beşa teknolojî ya UnitedHealthCare rastî astengiyan hatbû piştî ku bûye armanca êrîşa hakeran ku gelek xizmetên wan yên bi nexweş û dixtoran re rawestiya bûn.

Êrîşê bandorek giran li navendên tenduristiyê yên civakê kir ku ji zêdetirî 30 mîlyon nexweşên xizan û bê sîgorte xizmet dikin.

Hakeran di destpêka vê mehê de got ku kompanyayê 22 milyon dolar fidye dane wan, jibo ku car din sîstema xwe ya teknolojî vegerînin, lê wan eşkere nekir kanê piştî pere stendîn rê li hember ximetên kompaniyê vekir yan na.

Demeke kin piştî hakkirinê, girûpê daxuyaniyeke sexte li ser malpera xwe da û îdia kir ku rayedaran karîbûn hewildana wan asteng bikin, bi armanca ku bide xuyakirin ku ew di çalakiya xwe de serneketin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG