Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Bawerî bi Koalîsyona Navnetewî Kêm Bûye?


Navenda Çav ya Rapirsîyan bi hevkarîya Navenda Ferat ya Lêkolînan, anketek derbarê bawerîya bi Koalîsyona Navnetewî pêk anî.

Di anketê de hate pirsîn, “Çiqas bawerîya we bi Koalîsyona Navnetewî heye ku li herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê ewlekarî û aramîyê pêk bîne?”

Di anketa ku li ser malpera navendê de pêk hatiye, 241 kes beşdar bûn. Bersiva ji sedî 21 ji beşdarên enketê erê bû û ji sedî 38 bi na bersiv dan, herwiha ji sedî 41 gotin ew ta radeyekê bi koalîsyonê bawer in.

Berpirsê têkilîyan di Navenda Ferat ya Lêkolînan de, Welîd Çolî, da zanîn ku, bi hevrûkirina encamên vê anketê û rapirsîyeke ku wan sala 2019’an çêkiribû, dîyar dibe ku bawerî bi Amerîka û Koalîsyonê li herêmê kêm bûye.
Çolî got ku koalîsyonê ta niha ti çareserî ji dijatî û dagîrkerîya Tirkîyê re nedîtiye, loma bawerî pê dişkê.

Welîd Çolî
Welîd Çolî

“Ji koalîsyonê tê xwestin çareserîyekê bibîne û fişarê li Tirkîyê bike daku gef û êrîşên li ser herêmê rawestîne. Herwiha zerarên mezin li herêmê çêbûne, loma alîkarî jibo avakirinê divê hebe, çi li ser asta dîplomasî yan jî aborî, ev yek dê bihêle bawerî bi koalîsyonê bilindtir bibe”.

Koalîsyona Navnetewî bi serkêşîya Amerîka ji sala 2014’an de destêwerdan li Sûrîyê kibibû, bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demkratîk (HSD) şerê DAIŞê kiribûn û di Adara 2019’an de têk biribûn.

Di Cotmeha heman salê de koalîsyon ji herêmên Kobanê, Minbic û Reqayê vekişiya, ku hemdemî wê vekişînê, Tirkîyê Serêkanîyê û Girêspî dagîr kirin.
Ji wê demê de êrîşên Tirkîyê yên ezmanî li dijî herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê berdema dikin.

Li gor belgekirina Rojava Information Center, di sala 2023’an de Tirkîyê 198 êrîşên ezmanî bi dron û firokeyên cengî li dijî bakur û rojhilata Sûrîyê pêk anîne, ku herwiha binesazîya aborî jî hatiye bombebaran kirin.

Di van êrîşan de jê 31 sivîl 105 kesan jîyana xwe ji dest dane, herwiha jê 63 sivîl 123 kes birîndar bûne.

Şîrovekarê sîyasî Husên Omer dîyar dike ku Tikrîyê dijatîya hebûna Kurdan û Xwesrîyê dike, ku her çiqas êrîşên Tirkîyê ewlekarî û aramîya herêmê têk dibe lê Amerîka bêdeng dimîne.

Husên Omer
Husên Omer

Omer dibîne ku berdewamîya êrîşên Tirkîyê dê zerarê bighîne Amerîka bixwe, çimkî gelê herêmê dê li çare û alternatîfên din bigerin, ev jî mafê wan e,

“Koalîsyon li ser erdê ye, lê êrîş berdewam dikin, binesazî û aramîya herêmê tê armanc kirin, loma mayîna rewşeke wisa dê bihêle ku hevalbendîya bi Amerîka û koalîsyonê re ne bi kêfxweşîya gel be”, Omer got.
Ji alîyê xwe ve çalakvanê sîyasî Enes El-Merfûh, dibêje ku hevrêzîyek di navebra Tirkîyê, Îran û rejîma Sûrî de li dijî Rêvebirîya Xweser, heye.

Ew balê dikîşne ku hemdemî bombebarana Tirkîyê, mîlîşyayên Îranî bi navê hozên Ereb êrîşa bingehên Koalîsyona Navnetewî û HSDê, herwiha dezgehên Rêvebirîya Xweser li Dêrazorê dikin.

El-Merfûh dîyar dike ku, “Îran bi êrşên mîlîşyayên xwe givaşê dixe ser Amerîka ku wê neçarî vekişîna ji herêmê bike, lê Amerîka ta niha ti bersiveke rijd nedaye van êrîşan, dibe ku sedema vê yekê ku ew naxwaze şerekî mezin gurb bibe”.

Enes El-Merfûh
Enes El-Merfûh

“Berdewamîya êrîşan xebata şerê li dijî DAIŞê, herwiha ewlekarî û aramîya herêmê têk dibe û bandorê li ser HSDê jî dike. Ji Amerîka tê xwestin ku bi gotin û kirin û sizayan givaşê li Îranê bike ku tevlihevî û êrîş rawestin”, El-Merfûh got.

Hêjayî gotinê ye ku 900 leşkerên Amerîkî di nava hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê, li Sûrîyê bicîh dibin. Herwiha li herêmên Cizîrê û Dêrazorê ku jêr destê Rêvebirîya Xweser de ne, hejmareke bingehên koalîsyonê hene.

Rapora Newroz Reşo_ Rapirsî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00
XS
SM
MD
LG