Li gor rapirsiyeka nû, baweriya Musilmanan li seranserê cîhanê bi serokê Amerîka Barack Obama kêm dibe, herçende bihêz kirina têkeliyên bi cîhana Îslamî re yeke ji armancên serok Obama.
Rapirsiya Navenda Lêkolîna Pew ya bingeh li Amerîka, li heft welatên Musilman hat kirin, wek Tirkîye, Misir, Libnan, Urdun, Îndonesiya, Pakistan û Nîjerya.
Bawerî bi Serok Obama li Misirê 10 xalan hatiye xar û 31 ji sedê gelê Misirê dibêjin ku wan bawerî bi serok Obama heye. Rêjeya bawerî bi serok Obama li welatên din:
Tirkîye, 23%
Libnan, 35%
Nîjerya, 77%
Îndonesiya, 65%
Pakistan, 8%
Urdun, 26%