Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azadberdana Endamên Daiş li Bajarê Reqayê


Li ser daxwazên serokêlên parêzgeha Reqa ku garantiya hin endamên Daiş yên ku destê wan di xwînê de tune yî, gelek ji wan hatine berdan, li gor hevserokê komîta têkildar a Encûmana Sivîl a Reqa Ferhan Hec Îs.

Hec Îs ji Dengê Amerîka re ragihand ku garantî ne ji bo hemû endamên Daişê ne.

Wî got:

“Endamên Daiş di girtîgehê de tên perwerdekirin, ji bo ku ji nû ve roleke baş di civakê de bilîzin û ên ku sûd ji perwerdê wernegirtî dê carek din bên girtin.”

Tê zanîn, endamên Daiş ên hatî berdan hemû welatiyên Sûrî ne, û hîn beşek mezin di zîndanê de cezayê xwe derbas dikin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG