Hilemetên leşkerî ji bo rizgarkirina bajarê Raqa berdewam dibin û şer di nav hêzên Sûriya Demokrat û DAIŞ de gûrr bûye, ku gihiştiye navenda bajêr taxên Mensûr, Al-Reşîd û Al-Berîd. Ji aliyekî din jî, firokên hevpeymaniyê belavokên huşdariyê li ser wan deveran belav kirin, da çekdarên DAIŞ xwe bidin destê hêzên HSD.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Komas Şahbazî re kir di derbarî rewşa dawî ya Raqa.
Birêz Komas dibêje:" Hêzên Sûriya Demokrat bi piştevaniya Amerîka pêşveçûnên mezin bidest xistine û gihiştine navenda bajêr."
Herwiha jî birêz Komas bal kişand li ser rewşa sivîlan li bajêr, ku DAIŞ wan bikar tîne mîna mertalên zindî ji ber wê pêşveçûna şer dereng dikeve. Ji aliyekî din ve jî rewşa koçberan yên ji bajêr reviyane, ku ew di rewşek gelekî xerab de dijîn û pêdeviya wan bi alîkariyên lazgîn heye.