Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SANA: Di Êrîşeke Ser Otobusekê de 13 Kes Li Bakurê Sûrîyê Hatin Kuştin


Nexşeya Sûrîye
Nexşeya Sûrîye

Medyaya dewleta Sûrîyê îro Duşemê ragihand ku di encama êrîşeke ser otobuseke li bakurê Sûrîyê 13 kes hatine kuştin ku 11 ji wan hêzên leşkerî yên Sûrî ne.

Ajansa nûçeyan ya dewletê SANA ragihand ku êrîş li herêma Cebel El-Bîşrî ya li eyaleta Raqayê qewimî.

SANA di ragihandina xwe de dîyar nekir ku êrîş çawa çêbûye, lê got ku heya niha ti rexistin berpirsîya êrîşê ne girtiye ser xwe.

Eyaleta Reqa bo demekê bin kontrola Dewleta Îslamî (DAIŞ) bû ku ew rêxistina tundrê Reqa wek paytexta xîlafeta xwe didît.

XS
SM
MD
LG