Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Reqa Tundrewî bi Huner û Mozîkê tê Rûbirûkirin


Li parêzgeha Reqa hewldan û kar berdewam in ji bo rûbrûkirina ramanên Tundrew, ku aliyên berpirs û pispor dixwazin ramanên hatî çandin di nav nivşê ciwan de tune bikin. Herwiha afrîneriya ku hatî rawestandin ji nû ve vejînin, ku beşê mezin bandora ramanên çewt lê bûyî zarokin.

Rîham Bozo keçeke Kurdên Reqa ye, ku ji hûnera xêzkirinê gelekî hezdikir, lê ji ber tirsa ji DAIŞê wê nediwêribû xêz bikira. Piştî tunekirina DAIŞê, ew vegeriya xêzkirinê û di yekem pêşengeha komîta ciwanan lidarxistî de beşdar bû.

Rîham ji Dengê Amerîka re axivî û got,” Lidarxistina pêşengehan gaveke gelekî girînke ji bo me.”

Komîta Çand û Hunerê dest bi tomarkirina zarokên dixwazin fêrî huner û mozîkê bibin kiriye, lê pir dijwarî pêş wan tên dîtin, weke civaka Reqa ya girtî û tunebûna rêxistinên civaka sivîl ku di vî warî de kar dikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:51 0:00

XS
SM
MD
LG