Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Reqayê 500 Term di Goreke bi Kom de Têne Dîtin


Bêhtirî 500 termên mirovan di goreke bi kom de li bajarê Reqa yê bakurê rojhilata Sûriyê hatin dîtin.

Ji dema rizgarkirina bajêr ji bin destê Daişî ve, di meha çirya pêşîn a sala borî de, tîmeka xwecihî li gorên bi kom digere û termên kuştiyan jê derdixe.

Di dema desthilatdariya xwe ya hovane di navbera salên 2014 û 2017 de, Daişê gunehkariyên mezin kirin li dijî her kesekî ku dijberiya wan dikir yan ne pêgir bû bi îdyolojiya wan a tund.

Şarezayên xwecihî got ew bawer dikin 1,500 termên din jî di gora bi koma meydana Panorama de hatine binaxkirin.

Gurûpên Mafê Mirov daxwaza parastina term û belgeyan dikin ji bo pêşkêşkirina wan bo dadgehkirinên gunehkariyên şer di pêşerojê de.

XS
SM
MD
LG