Hêzên Sûriya Demukrat ku li Reqayê şerê bermayên Daişê dikin wan ferman hene ku çekdarên biyanî yên Daişê di meydanên şer de bikujin.
Texmîn e 300 tundrew di nava nexweşxaneyekê û yarîgeheka werzişê de û li derdora wan mane.
Çi hikûmetan bi awakî giştî xemên xwe der nebirîn li dor çarenûsa kesên tevlî Daişê bûyî û pîlanên êrîşan kirin li nav û derveyî welatên xwe.
Li Frensa, ku rastî gelek êrîşên terorîst bû û Daiş berpirsiyariya xwe li dor wan ragihand, wezîrê berevaniyê Florence Parly di nav wan kesên kêm de bû ku got:
“Eger jîhadî di vî şerî de bên kuştin, ew tiştê herî baş e. “