Bi dîtina gorên girseyî li bajarê Reqa, derxistina bi dehan terman jî berdewam dikin.
Tîmên dîtin û derxistina gorên girseyî didine zanîn ku ji 1’ê Tebaxa 2018’an ta 31’ê Tîrmeha 2019’an bi giştî 4952 term hatine dîtin û nasnameyên ji wan 626 kesan hatine nasîn.
Rêvebirê Tîma Bersîva Yekê Yasir Xemîs dibêje ku wan lîsteya kesên ku ji hêla DAIŞ'ê hatine revandine û heta niha venegerîne amade kiriye û li gor wê xebata xwe didomînin.
Xemîs dîyar dike ku ew bi tirs in ku di rojên pêş de hejmara gorên girseyî bilindtir be.