Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ofîsa Rast Medya di Roja Yekê de li Duhokê Hate Girtin


Rast Medya, bi 10 xebatkarên xwe ve dixwest weke medyayek bêalî û minbereke azad jibo gelê Duhok kar bike û wê moleta fermî ji Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê jî wergirt. Lê, di roja yekê ya destbikarbûna wê de hêzen ewlekarîyê dergeha ofîsê girt.

Omîd Beroşkî, sernivîserê Rast Medya û yek ji zindanîyen Badînan, piştî du salan li zindanê bi çend rojnamevan û çalakvanan re dixwest kare rojnamevanîyê bidomîne.

Omîd Beroşkî
Omîd Beroşkî

Beroşkî li ser girtina Rast Medya gpt ku di roja yekê de hêzek hate ser nivêsîngeha wan û ofîsa wan daxist û şixula wan rawestand.

Azad Hemê Emîn, neqîbê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê jî girtina Rast Medya şermezar kir û got ku ewê pêşîlkarîye dijî qanûna jimare 35 ya parlemana Kurdistanê ya taybet bi karê rojnamevanî ye.

Emîn got ku ew bi liqê Duhok yê sendîkayê bi berdewam di peywendî de ne ku Rast Medya were vekirin.

Dîsa, di medya civakî de jî jibo piştgirîya Rast Medya bizaveke haştegî hate destpê kirin.

SB_08_31_2022_Girtina_Rast_Medya
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00
XS
SM
MD
LG