Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nazanin Zaghari Dibêje Brîtanya Dikaribû Ew Zûtir Bida Berdan


 Nazanin Zaghari-Ratcliffe, London, 21 Adar,2022
Nazanin Zaghari-Ratcliffe, London, 21 Adar,2022

Xebatkara alîkarîya xêrxwazî Nazanin Zaghari-Ratcliffe îro Duşemê Brîtanya û Îran tawanbar kir ku wê wek alavekê nêzî wê bûne.

Zaghari-Ratcliffe dîyar kir ku hikûmeta Brîtaniya dikaribû berê alîkarîya wê bikira ku ew azad bibe.

Nazanin Zaghari-Ratcliffe,piştî vegera welatê xwe bo cara yekê derket pêş bîragiştî û got ku hikûmeta Britanya dizanibû ku bo berdana wê Tehran daxwaza deynek dîrokî ya 400 mîlyon euro dikir.

"Ez dibêjim ya hefteya duyan yan sêyan ya girtina min bû. Karbidestên Îranî ji min re got, 'Em tiştekî ji Brîtanya dixwazin. Heta ku em wernegirin, emê te bernedin," Zaghari got.

Wê anê ziman ku Îranê soza xwe bi cîh anî û ew bo şeş salan ber neda.

Zaghari hewildanên dîplomatîk yên Brîtanî yên bi salan bo berdana wê rexne kirin, ku di wê demê de pênc wezîrên derve soz da ku wê azad bikin.

"Gelek, gelek caran ji min re hate gotin ku 'emê te bibin malê. Çend wezîrên derve hewce dikir ku kesek vegerîne malê? Pênc? Tiştê ku niha bûye divê şeş sal berê çêbûya," Zaghari got.

Berdevkê Serokwezîr Boris Johnson got ku hemî wezîrên derve bo azadkirina wê pir xebitîne.

Ratcliffe herwiha berdana tevahîya kesên "bi neheqî" li Îranê hatine girtin, daxwaz kir.

"Wateya azadî yê ti carî temam nabe; heya ku em hemû kesên ku li Îranê bi neheqî girtî ne bi malbatên wan re binîn ba hevdu," Zaghari-Ratcliffe got.

Zaghari ya 44-salî li kêleka hevjînê xwe Richard, pir hindik behsa xwe ya di girtîgehê de kir.

Wê da zanîn ku ew tecrûbe bi rengekî tund ser wê bandorê dike lê, ewê hewl bide ku hêdî hêdî ku jiyana xwe; bi keça xwe ya 7 salî û hevjînê xwe re, dûrî çavan jinûve ava bike.

Zaghari-Ratcliffe, wekî revebira projeyê bi Weqfa Thomson Reuters re, di Nîsana 2016'an de li firokexaneya Tehranê hat girtin û piştre ji alîyê dadgeheke Îranî ve bi tawana plankirina hilweşandina Îranê, hat zindan kirin.

XS
SM
MD
LG