Artêşa Îraqê ragihand ku Rawa, ku navçeya dawî ya di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) bû, ji bin kontrola rêxistina tundrê derxistîye. Yekîneyên artêşê, giranîya operasyonan dan ser herêma nêzîkî sînorê Sûrîyê.
Reuters’ê ji zarê fermandarê artêşa Îraqê Korgeneral Abdulamîr Raşîd Yarallah dîyar kir ku Rawa ‘’bi temamî hatiye rizgar kirin’’ û li avahîyên wê navçeyê êdî alayên Îraqê bilind dibin.
‘’Bi sitandina Rewa, hemî herêmên ku DAIŞ tê de bû, hat rizgar kirin. Artêşa Îraqê berê operasyonên xwe bide rêka çekdarên ku revîyane çolterên wî welatî û sînorê Sûrîyê.”
Fermandarekî din yê artêşê jî ji AFP’ê re da zanîn ku çekdarên DAIŞ’ê yên li Rewa derbazî Sûrîyê bûne.
Rewa, ku li ber Çemê Ferêt e, ji DAIŞ’ê re bo derbazkirina çekdar û amûran di navbera Îraqe û Sûrîyê de, cîhekî stratejîk bû.
DAIŞ’ê, di Hezîrana 2014’an de piştî kontrola Mûsil bi dest xwe xistibû, ‘’xîlafet’’ ragihandibû.
Koalîsyona navneteweyî ya DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka, roja Çarşembê dîyar kiribû ku 95 ji sedê axa ku rêxistina tundrê lê xîlafet ragihandibû, ji bin kontrola wê hatiye derxistin.
Li Dêrezor ya Sûrîyê jî 25 ji sedê wî bajarî hîn di destê DAIŞ’ê de ye. Artêşa Sûrîyê û Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, li herêmê operasyonên dijî DAIŞ’ê didomînin.