Hunermend Rewşan roja Înê albûmeke nû ya bi navê BGM Live in Istanbul li ser hemû platformên dîjîtal weşand.
Ev albûm bi qeyd û dîmenên konserta Navenda Performansê ya Bastonciyê hate amadekirin.
Rewşan bi vê albûmê guhdarên xwe derdixe rêwîtiya dûr û dirêj û li ser wan kelecanekê çêdike.
Ev albûm ji 8 stranan pêk tê., di nav de jî strana “Nayê”. Rewşan bi şîrovekirineke nû rengê xwe dide ser vê stranê.
Piştî weşandinê hunermend Rewşan li ser vê albûm hestên xwe ji Dengê Amerîkayê re wiha vegot:
“Ji bo min taybetîyeke vê albûmê heye. Lê dikarim bêjim ku strana Nayê ji bo guhdaran weke mizgîniyekê bû. Ev stran ji bo min gelek girîng e.”
Rewşan her çiqas Albûmê biafirîne jî lê ew radigîhîne ku ew êdî ya wê nîne ya guhdarvanan e. Rewşan naveroka albûmê wiha dîyar dike:
“Piştî derketina strana Nayê, emê du stranên din jî biweşînin û di dawiyê de emê heşt stranên albumê bi muzîkhezan re parve bikin.”
Rewşan; di navbera muzîka Kurdî ya gelêrî û muzîka hemdem de pirekê jî ava dike. Ew ligel orkestraya xwe dewlemendiya mîrateya Kurdî nîşanî guhdaran dide.
Rewşan di salên borî de beşdarî gelek proje û komên mûzîk û çandî bû, di sala 2018an da bi albûma “Ax Lê Wesê” dest bi starnbêjiya xwe ya soloyê kir.
Ewê berhevkarî û stranên xwe di demeke kin de kir nav cîhana mûzîkê. Di sala 2020an de jî albûma xwe ya bi navê "Tov (Seed)" derxist
Di sala 2023an de, wê biguhdarên xwe re bi albûma "Live Session Vol'1", ku ji tomarên performansa konsera zindî pêk tên weşand.
Di Festîvala Eldfesten de ku di sala 2023an de ji aliyê Şanoya Touring ya Neteweyî ya Swêdê ve hat organîzekirin, Rewşan bi temaya "Bang Ji Bo Azadiyê" performansek serkeftî pêşkêş kir. Li Ewrûpayê Rotterdam, Bern, Köln, Essen û Frankfurtê konserh li dar xist û ana jî konserên xwe yên navxweyî û navneteweyî didomîne.