Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Karmendên Civakî bi Hikûmetê re Hevdîtinan Dikin


Li Tirkîyê di navbera hikûmetê û konfederasyonên sendîkayên karmendên civakî de danûstandinên peymana giştî destpê kirin.

Di danûstandinên ku di 2'yê Tebaxê de destpê kirine de sendîkayên wek KESK, KAMU-SEN û MEMÛR-SEN cîh digirin.

Li gor daneyên sendîka û konfederasyonan, li Tirkîyê nêzîkî 3 mîlyon û 500 hezar karmendên civakî û pirtir ji 2 mîlyonî jî karmendên karkenar hene.

Ev hevdîtinên navbera hikûmetê û sendîkayan wê çarenivîsa 5 mîlyon û nîv kesan eleqeder dike.

Sazîya Statîstîkê ya Tirkîyê (TUÎK) di rojên çûyî de rêjeyên enflasyonê ya heft mehên sala 2021 %18,98 dîyar kiribû. Lê, sendîka vê yekê rast nabînin û dibêjin ku rêjeya enflasyonê %40’î zedetir e.

Serokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK)) Mehmet Bozgeyîk, ji Dengê Amerîkayê re got ku li gor lêkolînên wan reqemên enflasyonê ku TUÎK eşkere kiriye rastîya Tirkîyê dîyar nake.”

Di dema pandemîyê de jî enflasyona Tirkîyê bilindtir bû. Bozgeyîk ew peymanên begiştî yên ku bi hikûmetêre re dixwazin îmza bikin jî wiha dîyar dike:

“Divê danûstandinên bi hikûmetê re li gor enflasyona heyî bin. Li gor daneyên destê me rêjeya enflasyonê bêtirî % 40 e û em jî zêdekirina do asta %43 daxwaz dikin.”

Bozgeyîk bi bîr dixe ku sînorê xizanîyê di sala 2019'an de 6 hezar û 300 lîra bû û îsal bûye 9 hezar û 400 lîra ye.

“Daxwazên sendîkayan ew e ku nakokîyên di navbera van hejmaran de li ser bilindkirina mûçeyan werin çareser kirin.”

Mehmet Bozgeyîk
Mehmet Bozgeyîk

Li Tirkîyê bi navê sendîkayên karmendên civakî sendîkaya MEMUR-SEN hevdîtinê çêdike. Bozgeyîk hêleke de vê yekê rexne dike û di hêla din de jî dibêje ku divê zagona sendîkayan were demokratîk guhertin.

“Zagonên sendîkayan ne demokratîk in. Berî her tiştî pêwîst e ku ev zagon werin demokratîk kirin. Mafê kar berdanê, mafê greve, divê bi awayê demokratîk pêk were. Niha li ser navê me tenê MEMUR-SEN hevdîtina çêdike ku ev jî ne rast e. Dîsa biryara dawî ji hêla sazîya hekeman tê dayîn. Ev yek jî bixwe dijî demokrasîyê ye.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku hevdîtinanan heta 17'ê mehê didomin û ger encamek dernekev di van hevdîtinan de KESK jî wê li Enqerê 20'ê mehê de çalakîyeke girseyî li dar bixe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

XS
SM
MD
LG