Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xizm û Hevalên Yaşar Dedeoglu Qirkirina li Konyayê Dinîrxînin


Funeral of the Kurdish family murdered in Konya
Funeral of the Kurdish family murdered in Konya

Malbateke Kurd di 30’ê Tîrmehê 2021’an de li taxa Hasankoy ya bajarokê Meramê li Konya ji alîyê kesekî çekdar ve hat kuştin.

Yaşar Dedeoglu, hevjîna wî Îpek, sê keçên wan Sîbel, Serpîl û Serap û kurên wan Bariş û Metîn bi 20 guleyan hatin kuştin û dure jî mala wan hat şewitandin.

Zekî Înik
Zekî Înik

Zekî Înîk, kurxalê Yaşar Dedeoglu û zavayê wî dibêje ku hêvîya wan bi safîkirina vê bûyerê tuneye.

Înîk dibêje ku gava Wezîrê Karê Hindur Suleyman Soylu serdana malbat wan kir soz da ku ewê li pey vî karî bisekin û derxînin meydanê.

“Min jî ji wî re got ku başe tûyê vî karî derxî der, va du meh berê heman bûyer çêbûbû. Ev heft merivên ku hatin kuştin, wê demê jî dîsa bûbûn armanca êrîşê û ketibûn nexweşxanê. We çima hîngê deng nekir. Wî jî got ku xebera wan bi vî karî tune ye.”

Şah Îsmaîl
Şah Îsmaîl

Şah Îsmaîl, hevalê Yaşar Dedeoglu yê xwendingehê ye û zaroktîya wan bi hevre derbaz bûye. Ew dibêje ku ger dewlet ser kuştina Denîz Poyraz bisekinîya ev 7 kes jî dibe ku nemirîyana.

“Binêrin jinên me, zarokên me dikujin. Eva komkujî ye. Hem ji dilê me hem jî ji çavên me xwîn diherikin. Erê îro dibêjin biratî, aştî, gelo eva çawa biratî ye? Berî demeke kin li Îzmîrê Denîz Poyraz hat kuştin. Heke dewlet wê demê xwedî li wî bûyera derketa dibe ku îro ev komkujîya jî nebûya.”

Hêjayî bîrxistinêye ku 7 meytên malbata Dedeoglu di Goristana Saraçoglu wek yek rêz hatin binax kirin, lê heta niha jî kirdarên vê bûyerê nehatiye girtin.

ED_02_08_2021_Dedeoglu_Reaksîyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00

XS
SM
MD
LG