Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Îranî Amerîkayê Tawanbar Dike


Logoya Konferansa Navokî ya Tehranê
Logoya Konferansa Navokî ya Tehranê

Rêberê Rûhanî yê Îranê di konferansa navokî ya navneteweyî de got, Amerîka mezintirîn gunehbara navokî ye li cîhanê.

Ayetollah Alî Xameneyî, Washinton tawanbar kir û got, Amerîka îdîa dike ku li dijî çêkên navokî ye, lê bi xwe jî ambara xwe ya navokî kêmtir nake. Wî lêzêde kir û got, li gorî qanûna olî ya Îranê, hilberîna çêkên navokî qedexe ye.

Serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad jî, di gotara xwe ya vekirina konferansa bêçêk kirina navokî de daxwaz kir ku Amerîka, ji Ajansa Enerjîya Atomîya Navnetewî bête derxistin.

Birêz Ahmedînecad roja Şemîyê got, welatên ku ne xwedîyê çêkên navokî ne, divê li Peymana Nehêlana Firehbûna Navokî binêrin. Armanca vê peymanê, rawestandina belavbûna teknolîjîyên ku di hilberîna çêkên navokî têne kar anîn.

Hikûmeta Îranî mazûvanîya konferanseke 2 rojî dike, li hember konferansa ewlekarîya navokî ya Washingtonê ku bi pişikdarîya 47 dewletan pêk hatîbû. Îran jibo wê konferansê nehatîbû vexwandin.

Hikûmeta Îranî ragihand, 60 welat tevli konferansa Tehranê dibin. Dîplomatên Sûrîyê, Lubnan û Îraq roja Şemîyê ragihandin ku mafê Îranê heye ku jibo armancên aştîyanê programa xwe ya navokî pêşve bibe.

Welatên mezin yên cîhanê bawer dikin ku Îran bizavê dide ku çêkên navokî ava bike, lê Îran vê yekê înkar dike.

Welatên Yekgirtî hewilê dide ku Neteweyên Yekbûyî jiber programa we ya navokî toleyên nû deyne ser Îranê.

XS
SM
MD
LG