Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Serhildayên Kurd Hişyarîya Vegera Şer Dide


Çekdarên PKK'ê li Çîyayê Qendîlê hînkirina xwe werdigirin.
Çekdarên PKK'ê li Çîyayê Qendîlê hînkirina xwe werdigirin.

Rêberê gruba serhilda yên Kurd PKK'ê hişyarîya vegera şer li Tirkîyê dike, eger hikûmeta jinûve hilbijartî daxwazên wê yên otonomîyê bicîh neyîne.

Pispor dibêjin, kêşeya Kurd ya dûr û dirêj dikane pêşveçûna Tirkîyê ya sîyasî pûç bike.

Şerê Gerîlla

Serhildayên PKK'ê ku Tirkîye, Amerîka û Yekîtîya Ewrupî wekî terorîst dihesibînin.

Dengê Amerîkayê ev wêneya ku bi zehmetî peyda dibe, ji rojhilata Tirkîyê bidest xist.

Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK ji 27 salan vir ve şerê serxwebûnê dike, li dijî dewleta Tirkîyê.

Jineke Kurd li Stenbolê postera rêberê serhildayên Kurd, Abdullah Ocalan bilind dike

Rêberê wan yê zindankirî, Abdullah Ocalan hişyarî da ku heku hikûmet destbi danûstandinan meke, PKK dê jinûve destbi şer bike.

Di şerê navbêra PKK û dewleta Tirk de bêtirî 40,000 kes hatine kuştin ku gelek ji wan sîvîl bûn. Ev kêşe, problemeke pir germ e ku di sîyaseta Tirkîyê de cîhekî pir girîng digire.

Sedama Pîrozbahîyê

Piştî hilbijartina 12ê Hezîranê, partîya ku piştgirîya mafê Kurdan dike serkeftina xwe pîroz dike ku hejmara kursîyên wê geheşte 36an—ku bi vî awayî pirsa Kurdî ji li serî rojêvê bimîne.

Sirri Sureyya Onder

Yek ji endamên nû hilbijartî yê parlemanê Sirri Sureyya Onder e ku bi xwe fîlmçêkerekî navdar e. "Hikûmet her kesên nav tevgera azadî ya Kurdî, wekî terorîst binasv dike. Ez bi xwe li dijî şer û kuştinê me û loma jî rawestana şer dixwazim. Divê her du alî jî şer û pevçûnan rawestînin û çareserîyeke aştîyane bibînin" Onder got.

Onder dibêje, ziman li navenda şerê jibo otonomîyê ye. "Tiştê em dixwazin perwerdeya bi zimanê zikmakî ye, perwerdeya bi zimanê me yê dayikê ye. Eger perwerdeya bi zimanê zikmakê hebe, hinge asîmîlasyon jî namîne," wî lêzêde kir.

Li pirozbahîyên Dîyarbekirê, di navbêra xwepêşanderên Kurd û polîsan de pevçûn derketin. Dîmenên wanî hema hema her hefte li wî bajarî diqewimin.

Vîdeoya jorîn waxtekî zûtir ya vê salê, li Dîyarbekirê hate tomar kirin. Berevankarên Kurd yên mafê mirovan dibêjin, karbidestên dewletê zêdegavîyan dikin û kiryar û çalakîyên qanûnî dikine armanc.

Nasname

Profesorê sosyolojî Ferhat Kentel dibêje, nasnameya Kurdî yekser digeheje nav dilê nasnameya Tirkî.

"Bînin bîra xwe ku hemî nifş ji dibistana serekî hatine hîn kirin ku ‘Em gîş Tirk in’. Prosesa civakbûnê, piştî hilweşîna Împaratorîya Osmanî li ser bingeha yekkirina civatê hate ava kirin. Lê, gelê Kurd nîşan da ku ev sîyaset serketî nebû, Kentel got.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ku di hilbijaritnê de serkeftî derket, di axaftina xwe ya spasîyê de îdîa dike ku AK Partî gelek daxwazên Kurdan bicîh anîne. Serokwezîr Erdogan dibêje, ev guherîn wê di qanûna bingehîn ya nû de cîhê xwe bigirin. "Emê destûreke sîvîl û azad amade bikin ku hemî alîyên civakê hembêz bike û her kes tê de xwe bibîne – rojhilat jî xwe bibîne, rojava jî," Erdogan got.

Erdogan hêvî dike hêstên kevokî yên aştîyane wê têrî aramkirina nerazîbûna Kurdan ya zêdebûyî bike.

Bi xûrtbûna serhildana Ereban ya li Sûrîyê ye, bê guman rêbertîyaTirkîyê baş dizane ku îhtîmala zivirîna şer û pevçûnan heye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG