Polîsê Îtalî ragehand ku rêberê grupeka serekî ya Mafya li herêma Kalabrya li başûra welatî hat desteser kirin.
Giovanni Tegano, yek ji rêberên serekî yên Sendîka ‘Ndrangheta ya tawankarî, bêy amade bûna wî li dadgehê hatibû xetabar kirin bi tawana kuştin û endametiyê li Mafya.
Tegano bo demê 17 salan ji layê desthelatdarên qanûnî ve xastî bû.
Polîsê Îtalî ragehand ku li çend salên bûrî hêza Mafya Kalabrya zêde bûye bi rêka bazirganî kirin bi beng û muxederatê.