Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên ASEAN li Vîtnamê Kom Dibin


Rêberên endamên 10 welatên Yekitîya Welatên Başûra Rojavaya Asya, ASEAN, roja Pêncşembî li paytextê Vîtnamê, dest bi kombûneka du-rojî kir.

Ew rêber dê danûstandinan li ser hevkariya aborî bikin. Belê dihêt çaverê kirin ku aloziyên siyasî yên berdewam li welatê Taylend û Burma, dê mijarên serekî bin di danûstandinan de.

Serokwezîrê Taylendî neçû Vîtnamê, ji ber xwenîşandanên berdewam li dijî hikûmetê. Xwenîşander daxwaza encamdana hilbijartinên nû li Taylendê dikin.

Serok wezîrê Taylendî roja Sêşembî rewşa awarte li Bangkokê ragihand, piştî xwenîşanderan êriş kire ser avahiya Perlemanê.



XS
SM
MD
LG