Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Misirê Soz Da Desthilatê Bide Serokê Nû


Rêberên desthiladarîya leşkerî ya Misirê soz dan ku rêzê li biryara xwe bigrin ku heta dawîya vê mehê desthilatê bidin serokê nû hilbijartî.

daxuyanîya roja Duşemê ji layê generalan ve rojekê piştî hingî hat ku wan destûreka nû ya demkî bo welatî ragihandin, bi merema kêmkirina desthilata kesê dibe serokê welatî.

Civata leşkerî ya Misirê ji meha 3 sala 2011'ê ve ku Mubarek hate ladan, welatî birêve dibe.

Ji layek din ve, Muhemmed Mursî yê Îslamî serkeftina xwe di hilbijartina serokatîy de ragihand ku roja Yêkşemê bi dawî hat.

Alîkarekê Ahmed Şefîq, serokwezîrê dawîyê li demê desthilata Mubarek , ragihandina Îxwan el Muslimîn red kir û got li gor encamên destpêkî rêzdar Şefîq hinek li pêş e.

Encamên fermî yên hilbijartinan roja Pêncşemê tê ragihandin.

XS
SM
MD
LG