Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heyva Sor A Filistînî Dibêje, Îsraîl Ji Wan Xwestiye Ku Tavilê Nexweşxaneya Qudsê Vala Bikin


Endamên Heyva Sor a Filistînê alîkariyê li xelkê Xan Yûnisê belav dikin
Endamên Heyva Sor a Filistînê alîkariyê li xelkê Xan Yûnisê belav dikin

Heyva Sor a Filistînê roja Yekşemê got ku wan hişyarî ji rayedarên Îsraîlî wergirtine ku tavilê nexweşxaneya Qudsê ya li Kerta Xezayê vala bikin.

Di daxuyanîya ku li ser Facebookê hatî dayîn de wiha hat gotin: "Ji îro danê sibê ve, êrîş 50 metre dûrî nexweşxaneyê pêk tên."

Peyvdarekî leşkerî yê Îsraîlî nexwest şîrove bike dema ku di civîneke çapemeniyê de li ser daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê jê hate pirsîn.

Hêzên Îsraîlî roja Yekşemê operasyonên bejayî li dijî Hemasê li Xezayê li dar xistin, ku serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu wek qonaxa duyemîn a şerê sê hefteyî bi nav kir, bi armanca têkbirina grûpa mîlîtanên Filistînî Hemasê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG