Lînkên eksesibilîtî

Tillerson: Amerîka Referanduma Herêma Kurdistanê Red Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku pênasînê bi referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya Îraqê nakin.

Tillerson dîyar kir ku referandum û encamên wê ne rêwa ne û da zanîn ku ew piştgirîya Îraq ya yekgirtî, federal û demokratîk dikin.

‘’Şerê dijî DAIŞ’ê hîn bi dawî nebûye û komên tundrê li fersendê digerin ku bêîstiqrarî û nelihevkirin çêbe. Em bang li hevkarên xwe yên Îraqî dikin ku bala xwe bidin ser têkbirina DAIŞ’ê.’’ Tillerson di daxuyanîyê de got.

Wezîê Amerîka bang li karbidestên Hewlêr û Bexda kir ku hevdu sûcdar nekin û bo siberoja Îraqê dest bi dîyalogeke avaker bikin.

XS
SM
MD
LG