Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêdûr Xelîl Dibêje DAIŞ Xendekan li Dora Bajarê Raqqa Dikole


Bajarê Raqqa ya bin kontrola DAIŞ
Bajarê Raqqa ya bin kontrola DAIŞ

Ajansa Reuters ji zarê Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl radigihîne ku endamên DAIŞê xendekan li dora bajarê Raqqa dikolin ku berevanîya bajêr xurt bikin.

“Agahî ji me re hatine ku piştî pêşveçûna me li herêmê, DAIŞ dest bi kolandina xendekan kiriyede ku berevanîya bajarê Raqqa xurtir bike.”

YPG û hevalbendên wê di demên dawî de serketinên girîng li dora Raqqa dest xistine û hêza pêşdeçûna DAIŞ şikandine ku deverên berfireh yên li Sûrîye û Îraqê kontrol dike.

Hêzên Kurd, bi piştevanîya êrîşên esmanî yên koalîsyonê, do bajarokê Kanîya Bozan (Ain Îsa) û bingeheke leşkerî ya nêzîkî wê xistibû bin kontrola xwe.

Hêjayî balkişandinê ye, YPG di demên dawîyê de wek hevkara herî pêbawer û herî bi bandor ya koalîsyona dijî DAIŞ ya bi serkeşîya Amerîka derketiye pêş.

XS
SM
MD
LG