Serokê Partîya Jinûve Refah Fatîh Erbakan îro Duşemê ragihand ku ewê tev li Hevpeymanîya Gel nebin.
Erbakan got ku piştî nirxandinên berfireh yên navxweyî, wan biryar da ku bi navê xwe têkevin hilbijartinan.
“Emê di hilbijartinên 14ê Gulanê de, li hemî deveran ne di bin hevpeymanîyekê, lê bi navê xwe tev li hilbijrtinê bibin.”
Erbakan got ku ewê jibo biryara xwe ya beşdarbûna hilbijartinê, îro ser navê partîya wan serlêdana Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) bike.
Erbakan da zanîn ku ewê di hilbjartina seromarîyê de bibe berbijarê partîya xwe.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Hevpeymanîya Gel ya bi pêşengîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partîya Jinûve Refah hefteya borî civînek li dar xistibû ku ew partî jî wek beşeke hevpeymanîyê têkeve hilbijartinan.