Îro bi şêweke fermî serokê herêma Kurdistanê Masûd Barzanî piştî serneketina referenaduma serxwebûna herêma Kurdistanê dest ji serokatîya herêmê berda û diyaloga bi Bexda re û têkiliyên ligel welatên cîran û partiyên Kurdî re bo Nêçîrvan Barzanî hiştin.
Berpirsên Kurd dibêjin, niha Nêçîrvan Barzanî birazayê Masûd Barzanî ku, niha serokwezîrê herêma Kurdistana Îraqê ye dê piştî apê xwe desthilata herêma Kurdî ya Otonom werbigire.
Hişyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê yê berê û serkirdekê bilind di KDP de, dibêje "Serokwezîr dê bibe kesê yekê di qûnaxa desthilata veguhêz de".
Masûd Barzanî (71 salî) serokatiya herêma Kurdistanê sala 2005 bihêzbûn girte dest, herêma Kurdistanê pêşketineke baş di serdema wî de dît, dema Îraq meşxûlî şerê navxweyî bû.
Barzanî roja Yekşema derbasbûyî biryara dest ji kar kişandina xwe da, piştî bi serneketina referanduma serxwebûnê ya ku 25î meha Îlonê bûrî hatî encamdan û Îraqê kontrola hemû wan ciyan kir, yên weke herêmên dervey îdara Otonomî yan jî herêmên nakokbar tên naskirin.
Derencamên referandumê dûberî di nava Kurdan de dirûst kir, Barzanî di peyama dest ji kar kişandinê de îşaret da ku "xiyaneta mezin" hatiye kirin, gelek herêm bê şer radestî hêzên Îraqî hatine kirin.
Nêçîrvan Baraznî û Têkiliyên Baş bi Erdogan re
Nêçîrvan Barzanî (51 sal), ji sala 2006an berdewam serokwezîrê herêma Kurdistana îraqê bû, jibilî sê salan.
Nêçîrvan Barzanî weke kesekî ku, têkiliyên wî baştirin ji yên mamê wî ligel hemû hêzên din yên Kurdî.
Nêçîrvan Barzanî herwiha têkiliyên xûrt ligel serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan re hene, lê Erdogan hevkarî bi hikûmeta Bexda re kir derbarê encamdana referandumê û aligirya hikûmeta navendî ya Bexda kir.
Parlamenê herêma Kurdistanê roja Yekşemê di rûniştineke taybet de, desthilatên serokê herêma Kurdistanê Masûd Barzanî li ser desthilta Bicîkar, ya Parlamenê û ya Yasayî parve kirin, heta ku, sala bihê hilbijartin car din li herêma Kurdistanê pêk bên, lê jiber aloziyên piştî referandumê hilbijartinên ku dê roja 1î Mijdara 2017an bi encam biban, hatin paşxistin.