Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komisyona Bala Encamên Pêşiyê Yên Referanduma Herêma Kurdistanê Radigihîne


daxûyanioya Komisyonê
daxûyanioya Komisyonê

Berî demek kurt, Komsiyona Bala ya Hilbijartin û Referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêr di prês konferansekê de derket pêşiya çapemeniyê û encamên pêşiyê ragihandin.

li gûr daxûyaniya komisyonê kesên mafê dengdanê hebûn, li Herêma Kurdistanê û herêmên dervey îdara Kurdî û yên dervey welat 4.581,255 dengder bûn.

Hejmara kesên di prosêsa dengdanê de beşdarî kirine, 3.305,925 dengder bûn, rêjeya dengdanê 72.16% û rêjeya dengên Belê 92.73%, rêjeya dengên Nexêr 7.27%.

Komisyonê da zanîn ku, li gûr gilî û nerazîbûnên hatîne gihane wan, dengên hatîn durxistin û pûçkirin weha bûn:

Hejmara dengên pûçkirî 40,011 hezar deng, hejmara dengên spî, 9.368 hezar deng, hejmara dengên dûrxistî 170,611 hezar deng, hejmara dengên rast, 3.085,935 deng.

Hejmara dengên BELÊ 2.861,471 deng, rêjeya dengên Belê 92.73% , herwiha dengên NEXÊR 224,468,00, rêjeya dengên Nexêr 7.27%.

Komisyonê ragihand ku, ewê van encaman bibin dadgeha pêdaçûnan ya Herêma Kurdistanê, daku, ji bo lêkolîn kirinê, piştî dadgeh encaman erê dike, ewê encamên dawiyê ragehînin.

Encamên Pêşiyê Yên Referanduma Herêma Kurdistanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00

XS
SM
MD
LG