Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Bang li Herêma Kurdistanê Kir ku Referandumê Betal Bike


Wezareta Derve ya Tirkîyê bang li Herêma Kurdistanê kir ku referanduma serxwebûnê, ku li ber e di 25'ê Îlonê de li dar keve, betal bike.

Wezaretê da zanîn ku ger Herêma Kurdistanê di lidarxistina referanduma de israr bike, ewê bedela vê yekê hebe.

"Rêvebirîya Herêmî ya Kurdistana Îraqê, tevî hemî pêşnîyazên dostane di referandumê de israr bike ewê bedela wê hebe, loma em bang li rêvebiriyê dikin ku maqûl tevbigere û dev ji şaşitîya xwe berde" wezareta Tirkîyê bi daxuyanîya nivîskî got.

Wezareta Derve, bi berdewamî dîyar kir ku ji biryara parlementoya Îraqê, ku referandum red kiribû û dabû zanîn ku ne qanûnî ye, razî ye.

Parlementoya Îraqê, di dengdanê de, jobo ku yekîtîya wî welatî biparêze hemî desthilat dabû Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Îbadî.

Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Kerkûk beşdarî referanduma 25'ê Îlonê dibin.

XS
SM
MD
LG