Roja 25ê meha Îlonê, herêma kurdistana Îraqê dest bi dengdanê dike bo giştpirsiya serxebûnê, di nav kêşe û pirsgirêkên mezin di nav herêma kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê de ji aliyekî û ji aliyekî din ve jî nerzaîbûna navnetewî li ser giştpirsiyê.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolînerê siyasî Şiyar Îsa re kir, da ev nakokî û kêşeyên di rûyê biryardana giştpirsiyê de şîrove bike.
Birêz Şiyar dibêje:" Biryara referandumê girêdayî herêma kurdistanê ye û mafê welatên navnetewî yan herêmî tuneye, ku destwerdanê di xaka kurdistanê de bikin û li gefan li wê bikin."
Ji aliyekî din ve jî wî anî ziman, ku pêdevî bi giftûgoyên ron û zelal di nav partiyên siyasî de li herêma kurdistanê heye, bi taybetî di nav partiyên rikeber de yên li dijî giştpirsiya serxwebûnê ne.