Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberek li Nêzîkî Girava Lesbos ya Yunanistanê Xeniqî


FILE - A Greek Coast Guard boat intercepts a dinghy with migrants near the Greek island of Lesbos, after it crossed the Aegean Sea from Turkey, March 1, 2020.
FILE - A Greek Coast Guard boat intercepts a dinghy with migrants near the Greek island of Lesbos, after it crossed the Aegean Sea from Turkey, March 1, 2020.

Karbidestên Yunanî radigîhînin ku jinekê penaber îro roja Çarşemê di encama binavbûna keştîyekê de li nezîkî girava Lesbosê xeniqî. Hejayî gotine ku di nav keştîyê de bi dehan penaberen din ji hebune.

32 penaberên din ji alîyê tîma rizgarkirinê hatin rizgar kirin her wiha helîkoptera rizgarkirinê ya Yekîtîya Ewrûpa (YE) legerîna xwe bo yek penaberakê winda didomîne.

Bi sed hezaran penaber û koçber di sala 2015an û 2016an de bi rîya Yunanîstanê û Tirkîye hewl didan ku xwe bigehînin Ewrûpayê. Tirkîye jibo kesên ku dixwazin herin Ewrûpa bûbû welatê navendî ya çûyîna wê parzemînê. Le bi encama rekeftina di navbera Tirkîye û Yekîtîya Ewrûpa (YE) kaçaxîtîya mirovan piçekî rawestîbû.

Li Tirkîye ji pitirî 3 mîlyon penaber û koçber hene û bi deh hezaran penaber li Yunanîstanê li benda erekirina serlêdana mafê xwe yên penabertîyîne. Pîranîya wan di şert û mercên dijwar de li kampan dimînin.

Wezîrê Koçberî ya Yunanistanê Notis Mitarachi got rekeftina di navbera Tirkîye û YE hatîye binpê kirin ku ew jiyana mirovan xistîye di bin metirsîyê de. Mitarachi got keştîyeke Tirkîyê hişyarîyên sîgnalên havarçûnê dîtîye, lê neçûye bo alîkarîyê û rê dayê derbasbûna keştîyê li sinorê derya Ewrûpayê.

Nobedarên Qeraxa deryayê yên Tirk gotin van roja Sêşemê 31 koçberan rawestandine ku dixwestin derbasî Yunanistanê bibin.

XS
SM
MD
LG