Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Sala Çûyî 71 Mîlyon Penaber li Seranser Cîhanê Dora Warên Xwe Hêlane


Neteweyên Yekbûyî (NY), îro Çarşemê bi hilkeftina Roja Penaberan ya Cîhanê ragihand ku li hemî dinê dora 71 mîlyon kes, jiber şerên berdewam, êşkence û sedemên din, neçar mane ku cîh û warên xwe biterkînin.

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dide zanîn ku ev hejmar asta herî bilind ya 70 salên borî ye.

UNHCR bal dikşîne ku di nav 70.8 mîlyon penaberan de, dora 4 mîlyon hemwelatîyên Venezuelî, ku jiber alozîyên li wî welatî malên xwe hêlane, cîh nagirin.

Raporta UNHCR dîyar dike ku di sala borî de 26 mîlyon kes jiber şer û alozîyan ji welatên xwe derketin ku nîva wan kesan zarok in û 41 mîlyon kesên din jî li hindurê welatên xwe derbider bûne.

UNHCR dide zanîn ku du ji sê hemî penaberên seranser cîhanê ji pênc dewletan tên ku ew Sûrîye, Afganistan, Sudana Başûr, Myanmar (Burma) û Somalî.

XS
SM
MD
LG