Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reîsî, Washingtonê bi Sîyaseta Tevdanîyê Îranê Tawanbar Dike


Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Pêncşemê Amerîka bi pêkanîna "sîyaseta têkçûyî ya bêaramîkirinê" ya dijî Komara Îslamî tawanbar kir.

Îbrahîm Reîsî li Astana paytexta Qazakistanê di Hilcivîna Hevkarî û Pîvanên Avakirina Bawerîyê li Asya (CICA) axifî; dema ku di xwepêşandênên li serenserê Îranê tevî tepeserkirineke tund û berfireh nezî meheke didomin û xwepêşander têkçûna rejîma olî û hilweşandina desthilatdarên dewleta Îranê dikin.

Reîsî hewl da ku xwepêşandanan wek komployeke Rojavayî pênase bike.

“Piştî gelê Îranê bijardeya leşkerîka ya Amerîka pûç kir û siyaseta tole û givaştina herû zexta herî bilind têk bir, Washington û hevalbendên wê serî li siyaseta têkçûyî ya bêaramîkirinê dan," Reîsî got.

Wî di axaftina xwe de behsa xwepêşandanên ku niha herî kêm li 19 bajarên Îranê didomin nekir.

Daxuyanîyên Reîsî rojekê piştî yên Rêberê Bilind yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî hat; ku Xamineyî "dijminên" Îranê bi gurkirina "serhildanên kolanan" tawanbar kir.

"Çalakîyên dijmin yên mîna propaganda, hewldana bandorkirina hiş, afirandina heyecanê, teşwîqkirin û hînkirina çêkirina alavên şewitandinê êdî bi tevahî zelal in," Reîsî got.

Rexistinên mafên mirovan dibêjin ku di xwepêşandanan de heya niha zêdetirî 201 keshatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Li gor Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), di derbarê xwepêşandanên li Îranê berhevkirin û ragihandina nûçeyan jiber tepeserkirina hezên ewlehîyê û qedexeyên înternetê pir dijwar e.

CPJ hevdem destnîşan dike ku hêzên Îranê ji 16’ê Îlonê vir ve, herî kêm 40 rojnamevan girtine.

Hêjayê gotinê ye ku xwepêşandanên li Îranê di 16’ê Îlon ê de destpê kirin, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî li Tehranê, di destê polîsê Îranî de.

XS
SM
MD
LG